• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rihan Hena: Em kar li ser yasaya parastina mafên kêmîneyên netewî dikin

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Rihan Hena: Em kar li ser yasaya parastina mafên kêmîneyên netewî dikin
Seroka kutleya encûmena gelê Kildan – Suryanî û Aşûrî li cıvata nûnerên Iraqê ragehand, naha ew kar li ser projeyasaya parastina mafên kêmîneyên netewî li Iraqê dikin û 7 projeyasa hatine amade kirin.

Seroka kutleya encûmena gele Kildan-Suryan û Aşûrî Rihan Hena ji BasNewsê re ragehand, li cıvata nûnerên Iraqê herdemekî em kar dikin ji bo hemû maf û îmtiyazên kêmîneyên netewî li Iraqê misoger bibin û em li ser derxistina hejmarek yasayan kar dikin ku mafên wan bên parastin û jiyana wan parastî be.’’

Rihan Hena got: ‘’Heft proje yasa li ser parastina mafê kêmîneyên netewî li Iraqê hatine amade kirin, sê ji wan çûne bo dengdanê û yên din bo xwendina yekem û duyem hatine şandin.’’

Basnews
Top