• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mezlûm Kobanî peyam da: Ji bo qonaxa nû amadekariyan bikin

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Mezlûm Kobanî peyam da: Ji bo qonaxa nû amadekariyan bikin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Kobanî derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, “erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin.”

General Mezlûm Ebdî ku weke Mezlûm Kobanî jî tê naskirin, li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî danûstandinên navbera PYNK û ENKSê de peyamek belav kir.

Mezlûm Kobanî amaje bi giringiya diyaloga aliyên sereke yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir: “Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk daxwaz ji hemû kes û aliyan kir, ku ji bo serkeftina diyalogê amadekariyan bikin û hewl bidin û got: “Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin!”

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştineke lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Li gor wê lihevkirina siyasî ya hevbeş, Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 dibe bingeha danûstandinên navbera herdu aliyan.

Piştre qonaxa duyem a danûstandinên PYNK û ENKSê dest pê kiribû û li gor daxuyaniyên berpirsên herdu aliyan, di wê qonaxê de jî wan pêngavên baş avêtine û di piraniya mijaran de ew gihîştine rêkeftinê.

Di wan demên dawiyê de, ji ber daxuyaniya Aldar Xelîl ya derbarê Pêşmergeyên Rojava de û bersivdanên rayedarên ENKSê, metirsî li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê çê bibû.

Aldar Xelîl di rojên destpêka meha Çileya 2021 de di hevpeyvîneke ligel medyaya nêzîk PKKê de, Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kiribû û gotibû: “Pêşmergeyên Roj yê rastî pêşmerge nînin, Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bikar anîn. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Aldar Xelîl herwiha dabû zanîn ku wan xwestiye hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwaze bibe xwediyê niviyê rêveberiyê, lewma niha danûstandin sekinîne.”

Rudaw

Top