• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Norwêcê kir

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Norwêcê kir
dibêje bo şerê dijî DIŞIê hîn jî pêdeviya me bi hevkariyê heye.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêcê hatekirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de li gel Balyoza Norwêc li Iraqê Tone Allers, tekez li ser pêwîstiya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya hevkariya civaka navdewletî kir û spasî hevkariyên mirovî û hevkariyên Norwêcê ya ji bo koçber û penaberan kir.

Balyoza Norwêcê jî pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya hevkarî kirina mirovî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê diyar kir û her du alî hevfikir bûn ku ji bo têkşikandina hertimî ya DIŞIê li Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstiya wan bi piştgîriya civaka navdewletî heye.

Di civîna ku piştî nîvroya îro yekşem 31.01.2021 li Hewlêrê hatiye lidarxistin, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, pêngavên giftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa navçeyên madeya 140 ya destûra bingehîn, pirsa bûdceya giştî ya Iraqê û para Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Iraqê, kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li Iraqê, serhildana DIŞIê û sedemên wê, pêşhat û pêşketinên navçeyê bi giştî hate nirxandin.

Her di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadebûn û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û girîngiya bi cîhkirina sîstema federaliyê kir ku bingeha aramî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê dibê, her wiha li vî derbarî de rola yarmetîderê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî bi girîng da zanîn.

Bi destkarîve ji SHK hatiye wergirtin.
Top