• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî yekane serok bû ku pêşengiya şerê dijî DAIŞê kir

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Serok Barzanî yekane serok bû ku pêşengiya şerê dijî DAIŞê kir
Bi derketina DAIŞê ya bi teqîn, kuştin û hovîtiyên mezin re cîhan hejand, tirs jî berda dilê hemû cîhanê. Tekane hêza ku yekemcar li ser rûyê erdê DAIŞ têk bir, Pêşmerge bû. Serok Barzanî jî tekane serkirde bû ku serkirdatiya şerê li dijî DAIŞê kir. Dema serok, serkirdeyên cîhanê û ajansên cîhanê cîhanê behsa têkşikandina DAIŞê dikin, ti carî rola Serok Barzanî û mêrxasî û qurbanîdanên Pêşmerge ji bîr nakin.

Rola Pêşmerge bi serkirdatiya Serok Barzanî di têkşikandina DAIŞê jinavbirina xîlafeta wê de dengvedaneke mezin li pişt xwe anî. Serok û Serkirdeyên cîhanê bi serdan yan bi riya telephone, pîrozbahî û destxweşî li qehremaniya Pêşmerge û serkirdatiya hekîmane ya Serok Barzanî kirin.

Serokê Fransayê yê wê demê François Holland serokê tekane yê welatekî cîhanê bû ku du caran serdana Herêma Kurdistanê kir. Herwiha serdana wî di dema şerê DAIŞê de bû, yekem serdana di sala 2014an û ya duyem jî di sala 2017an de bû. Holland pesnê qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge û serkirdatiya lêhatî ya Serok Barzanî da û ligel Serok Barzanî jî serdana sengerên Pêşmergeyan kir.


Di sala 2016an de dema DAIŞ di lûtkeya hêza xwe de bû, cara ewil li ser destê Pêşmerge, DAIŞê têkçûn tehm kir. Joe Biden, Serokê niha yê Amerîkayê û Cîgirê Serokê wê demê, bi rêya telefonê bi Serok Barzanî re kete pêwendiyê û spasiya pêşengiya wî ya hekîmane û rola wî ya bi bandor a di têkbirina DAIŞê de kir û pêzanîna welatê xwe ji bo pabendiya Kurd û Pêşmerge di şerê têkbirina DAIŞê de car din anî ziman. Joe Biden soza berdewambûna piştevanî û alîkariyên welatê xwe bo Kurdan da.


Kenala BBC ya Brîtanyayê jî di raporteke têr û tijî de ku ligel Serok Barzanî kiribû, behsa rola bi bandor a Serok Barzanî kiribû, ku çawa hemû serkirdeyên welatên cîhanê çavên wan li Serok Barzanî bû, da ku Pêşmerge li ser erdê DAIŞê têk bibe.


Kenala CNN a Amerîkî û bernameya navdar a Amanpur, di roja sêyem a azadkirina Mûsilê de mêvandariya Serok Barzanî kir. Wê demê Serok Barzanî behsa operasyonê û qonaxa piştî azadkirina Mûsilê kir û hemû pêşbîniyên wî wek xwe bi cih hatin. Ew serkirdeyên ku berî operasyonê jî soz didan Serok Barzanî, niha ew hemû ji sozên xwe bi paş ve vekişiyane.

The New Yorker
Kovara navdar “The New Yorker” a Amerîkî jî di raportekê de bi navnîşana “Şerê Jiyana wan” behsa ezmûna Serok Barzanî û planên wî dike ku çawa bûne sedema têkşikandina DAIŞê. Naveroka peyama Koşka Sipî jî aşkere dike ku daxwaz ji Serok Barzanî kiriye, Iraq ji êrîşa DAIŞê rizgar bike.

The New Yorker
Kovara “Wall Street Journal” bi sernavê "Şerê Mûsilê têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de asayî dike" nivîsand: Hemû deriyên çûna nava Mûsilê di destê DAIŞ'ê de ne. Yekane rêya ku hêzên Iraqê karibin bikevin Mûsilê ew e ku di destê Pêşmergeyan de ye. "Wall Street Journal" behsa wê yekê dike ku çawa hemû serok û aliyên Iraqî daxwaz ji Serok Barzanî kirine ku rê bidin wan ku di deverên di bin kontrola Pêşmergeyan re dest bi operasyonên Mûsilê bikin.

Ursula Von Der Leyen ku wê demê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê bû çend caran serdana Herêma Kurdistanê kir û spasiyên xwe ji bo rola Serok Barzanî û serkirdatiya wî ji şerê li dijî DAIŞ dubare kir. Dutch Wella ya Almanyayî piştî vegera wê eşkere kir ku Ursula Von Der Line soz daye ku çekên dijî tankan ji Serok Barzanî re bişîne.


Hemû rojname, kovar, ajans û kenalên cîhanî behsa şerê dijî DAIŞê û têkbirina xelafeta wê rêxistinê dikirin, di hemû raportên xwe de jî, an hevdîtin bi Serok Barzanî re hatine kirin, an name û pêwendî û serdana serok û serkirdeyên welatan bo cem Serok Barzanî hatine belavkirin, bi şahidiya hemû cîhanê: Pêşmerge hêza yekane ya li ser erdê û Serok Barzanî jî yekane pêşeng, karîn bi alîkarî û piştevaniya esmanî ya hevpeymanan, derbe li DAIŞê bidin.

K24
Top