• Tuesday, 02 July 2024
logo

Sê qezayên mezin dibin îdareya serbixwe

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Sê qezayên mezin dibin îdareya serbixwe
civata wezîran ev biryara han daye.
Ev di çarçoveya bernameya hikûmetê yabo pêdana desthilatane.

Bi biryara hikûmeta Kurdistanê her sê qezayên Soran, Akrê û Zaxoyê vê di çarçoveya bernameya hikûmetê de yabo pêdana desthilatan bi qeza û nahiyeyan, bibin îdareya serbixwe.

Ji aliyeke din ve jî biryara biparêzgeh bûna Akrê jî heye lê birêveberatiya îdarî ya Akrê dibêje em dixwazin weke yekem pêngav bibin îdareya serbixwe pişt re bibin parêzgeh.

Ji sala 1999an ve biryara parlementoya Kurdistanê yabo biparêzgeh kirina Akrê heye lê heta niha ew biryar nehatiye cîhbicîhkirin.

Vê piştî biryara han bo cîhbicîh kirina biryara îdareya serbixwe, hin birêveberatiyên serekî yên li wan her sê qezayan raste rast bi civata wezîran û paytextê ve werin girêdan û pişt re jî pêwîst nake ku şêniyên wan qezayan bo cîhbicîh kirina karûbarên xwe yên îdarî serdana navenda parêzgehên xwe bikin.
Top