• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Kerkûkê gef li 280 malbetên Kurd tê xwarin

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Li Kerkûkê gef li 280 malbetên Kurd tê xwarin
dixwazên bi zorê çekê wan ji malên xwe derbixin.
Dibêjin lazime xaniyên xwe vala bikin.

Nêzî 280 malbetên Kurd li taxa Erefe ya li bajarê Kerkûkê beriya çend salan li vê taxê nîştecîh bûne lê niha kompaniya petrolê ya bakûr ya Îraqê gef li wan dike û wan ji malên xwe der dixe.

Êwara îro şemî, kompaniya han hêzên çekdar birine ser wan malên Kurd û hijmarek ji welatiyên Kurd jî binçav kirine.

Kompanî û hêzên çekdar gef li malên Kurd kirine daku bilez ji wan xaniyan derkevin beruvajî vê bi hêza çekê wan der bixin.

Piştî sala 2003an nêzî 300 malên Kurd li taxa Erefe bicîh bûne, niha 280 malên Kurd li vê taxê hene û bo dara zorê dixwazin wan jî ji taxê derbixin.

Top