• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Hesekê di navbera asayişê û hêzên Sûriyê de pevçûn derket

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Li Hesekê di navbera asayişê û hêzên Sûriyê de pevçûn derket
Li Çargoşeya Emnî ya Hesekê alozî di navbera Asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve derket. Dengê çekan li wê deverê tê bihîstin.

Milîsên Berevaniya Niştimanî ango Dîfaa Wetenî ser bi hikûmeta Sûriyê li bajarê Hesekê êrişî bendên pişkîninê yên Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rêveberiya Xweser kirin.

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ragihand ku li Hesekê pevçûn di navbera hêzên Asayişê û Milîsên Berevaniya Niştimanî ser bi hikûmeta Sûriyê derketin û dengê doçkayan bi awayekî bihêz tê bihîstin.

Vîviyan Fetah herwiha diyar kir ku heta niha encamên wê nayên zanîn.

Medyaya hikûmeta Sûriyê jî dibêje di encama aloziyan de kesek hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Rêveberiya Xweser heta niha derbarê aloziyan de daxuyaniyek fermî nedaye.

Berpirsê Diska Rojavayê Kurdistanê li Tora Medyayî ya Rûdawê Omer Husên derbarê aloziyan de destnîşan kir ku aloziyan berî du hefteyan di navbera di navbera Asayişa Rêveberiya Xweser û hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve destpê kiriye û got: “Hinek sedemên li pişt van aloziyan hene, bi taybetî piştî hatina Tirkiye, bi rêkevtina di navbera HSD û Rûsyayê de hebûna hêzên hikûmeta Sûriyê li deverê zêde bûn. Leşkerên Sûriyê li gelek deveran bicih bû ku pêştir li wan devaran qet nebûn. HSDê jî hest bi wê yekê kir ku Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê xwest berî destbikarbûna rêveberiya Joe Bidin hinek deverên din ji destê wan derbixin. Bingeha aloziyan vedigere vê sedemê.”

Husên Omer amaje bi wê yekê kir ku Rûsyayê zextek zêde li Rêveberiya Xweser kir ku herêma Eyn Îsayê radestî hêzên hikûmeta Sûriyê bike yan dê gulopa kesk ji Tirkiyê vexe daku bê deverê kontrol bike û hemû ev pêşhate pêkve girêdane.

Milîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikumeta Sûriyê 23yê Çileya 2021an êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên Asayişa Navxwe ya Rêveberiya Xweser li taxa Helko ya Qamişlo kiribû û gul li li wan reşandibûn.

Rudaw
Top