• Tuesday, 02 July 2024
logo

Heşda şebî hêz dişîne devereke Kurdistanî

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Heşda şebî hêz dişîne devereke Kurdistanî
ev dever di bin metirsiya dagîr kirinê deye.
Senger lêdane û tên bicîhkirin.

Çekdarên heşda şebî li devera Serbişaxî ya li Pilekane liv û tevgerên xwe zêdetir kirine û hêzeke zêdetir jî bo deverê veguhastine.

Şêniyên deverê behsa vê yekê dikin ku çekdarên heşda şebî li deverê, senger lêdane û cîhê xwe xweşkirine û dixwazin li deverê bicîh bibin.

Devera Pilekane yek ji wan deverên Kurdistaniye ku metirsiya dagîrkirin û biereb kirinê lisere û çend caran Erebên hawirde bi alîkariya çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê çûne ser mal û erdên Kurdan û xwestine dagîr bikin lê şêniyên deverê rê nedane wan.
Top