• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kamîran Haco bo aliyên Sûrî: Ez heta qiyametê Kurd dimînim

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Kamîran Haco bo aliyên Sûrî: Ez heta qiyametê Kurd dimînim
Civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê li Cinêvê bê encam bi dawî hatin. Nûnerê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Di Komîteya Nivîsandina Destûrê de, Kamîran Haco axaftinek kir, behsa zilm û neheqiya li Kurdên Sûriyê tê kirin, kir.

Xula 5emîn a Danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê li Cinêva Swîsreyê di navbera 15 nûnerên ser bi hikûmet û opozisyona Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl birêve çûn.

Li jêr ala Neteweyên Yekbûyî, û li nav vê koçka kongreyan, pêncemîn xula civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê birêve çû. Civînên vê xulê 5 rojan berdewam kirin, lê bêyî hîç encamekî bi dawî hatin. Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen bêhêvîtiya xwe ji encaman li pêş kamereyên medyakaran ragihand.

Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen got: “Min ji 45 endamên Komîteya Nivîsîna Destûrê re got ku em nikarin bi vî şêweyî berdewam bin. Ev hefteye cihî bêhêvîtiyê bû. Min hinek armanc danabûn. Berî destpêkirina van civînan, bi min wiha bû ku em dê wan bidest bînin, lê me ew armanc bidest neanîn. Bi nerîna min sedema vê yekê jî ew e ku hevtêgihişteineke baş nebû di navbera aliyan de ku çawa di nav komîteyê de ber bi pêş ve biçin.”

Di civînên Komîteyê de, Kamîran Haco, take nûnerê Kurd di komîteya biçûkirî de gotarek pêşkêş kir. Nûnerê ENKS bersiva gotarên ku Urûbetê, anku Erebperweriyê wekî take nasnameya Sûriyê diprjirînin da û got: "Ez Kurd im, min bi erebî xwendiye, bi Erebî jî diaxivim, lê tu hêzek nikare min bike Ereb yan jî neteweyekî din, ezê heta roja qiyametê jî Kurd bimînim. Her Erebek dikare bi erebbûn û zimanê xwe serbilind be, lê hinek li dijî wê yekê derdikevin ku em bi Kurdbûna xwe serbilind bin. Urubetê Kurd li Sûriyê ji hemû mafên xwe yên însanî hatine mehrûmkirin û Kurd tu carî êdî wê yekê qebûl nakin.

Nûnerê ENKS di Komîteya Destûrî de Kamîran Haco herwiha got: “Divê tu hebûna min li kêleka xwe qebûl bikî, da ku ez piştrast bim û gotinên te derbarê hevwelatîbûna yeksan bawer bikim. Her nasnameyeke niştimanî Sûrî ku ne li ser bingeha pirrengiya neteweyî, olî, rewşenbîrî û şaristanî be, dê nasnameyeke seqet û kêm be, û ne rengvedana nasnameya rasteqînî ya Sûriyê be. Dewleta hevwelatîbûnê, divê Dewleta hemû hevwelatiyan be, lê eger dewlet û nasnameya wê bi rengekî neteweyî yan olî, yan jî Îdeolojî hatin girêdan, ew dê dewleta hinek Sûriyan be, dewleta zorbirin, sepandin û dûrxistinê be.”

Piştî 5 rojan, ji civînên berdewam ku, rojane du cinîn dihatin lidarxistin, şandeyên hikûmet û opozisyona Sûriyê û nûnerên civaka sivîl tiştek bi ser nexistin. Wekî çawa ew derbasî nav vê hola civînan bûn, wiha jî destevala vegeriyan bêyî ku demek ji bo şeşemîn xola civînan bê destnîşankirin.

Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Îlona 2019an hat pêkanîn û mehek piştî wê yekemîn civîna xwe encam da.

Rudaw
Top