• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Izet Silêman Beg Dergeleyî dike

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Izet Silêman Beg Dergeleyî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya niştimanperwer a Kurdistanê Izet Silêman Beg Dergeleyî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr di peyama xwe ya sersaxiyê de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeyan koça dawiyê ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê Izet Silêman Beg Dergeleyî bihîst ku roleke wî ya diyar û girîng di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de hebû û hemû temenê xwe bexşand şoreşên Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pirse û sersaxiyê li malbata wî têkoşerî dikim û hevbeşê xemên wan in. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.”

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesayetiyê diyar ê devera Soranê Izet Silêman Beg Dergeleyî îro koça dawiyê kiribû.

K24
Top