• Tuesday, 02 July 2024
logo

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Izet Silêman Beg

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Izet Silêman Beg
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya ya kesayetiya naskirî ya Kurdistanê û devera Soranê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Izet Silêman Beg Dergeleyî bihîst. Xwedêjêrazî Izet Silêman Beg Dergeleyî ji malbateke navdar û kurê Silêman Beg Pêşmergeyê Komara Kurdistanê li Mehabadê û hevalê Barzaniyê Nemir bû û kesayetiyeke xebatkar, niştimanperwer, xemxwarê Kurdayetiyê û dilsozê rêbaza Barzaniyê bû û rola wî ya berçav di şoreş û xebata Kurdayetî bi taybetî li devera Soran hebû û jidestdana wî xisareteke mezin e.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Sersaxiya xwe arasteyî malbata têkoşer Izet Silêman Beg û hemû xizm û kesûkar û hevalên xwedêjêrazî û niştimanperwerê Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Herwiha di peyama Serok Barzanî de hat: “Ji xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê xwedêjêrazî bi beheşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bi her aliyekî bibexşe.”

K24
Top