• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Mêrxasiya Pêşmerge cesaret da artêşa Iraqê da ku şerê DAIŞê bike

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Mêrxasiya Pêşmerge cesaret da artêşa Iraqê da ku şerê DAIŞê bike
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, mêrxasiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de wisa kir ku artêşa Iraqê biwêre şerê DAIŞê bike.

Berpirsê pişka rewşenbîrî û medyayê li fermandehiya hêza Zêrevanî ya Pêşmerge, Dêdewan Xurşîd ji BasNewsê re got, her miletek bo ku bigihê aramiyê, pêwîstî bi serokekî karîzmatîk heye. Dema DAIŞê êrişî Iraqê kir, artêşa Iraqê bi baştirîn çek jî nekarî li hember wan li ber xwe bide û şikest. Lê hêzên Pêşmerge bi çekên sivik û sade û bi fermandehiya Serok Barzanî karîn efsaneya DAIŞê bişkênin.

Dêdewan Xurşîd her wiha got, Seork Barzanî ji destpêka şerê DAIŞê de li eniyên şer bû û fermandehiya şer dikir. Serok Barzanî, ku wê çaxê hem serokê Herêma Kurdistanê bû hem jî fermandeyê giştê yê hêzên çekdar bû, bi karîzmaya xwe ne tenê êrişên DAIŞê şikand, belkû wisa kir ku hêzên Pêşmerge dest bi êrişa berovajî bikin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman jî, hêzên Pêşmerge bi şikandina DAIŞê moral dan artêşa Iraqê û wisa kirin ku artêşa Iraqê biwêre şerê DAIŞê bike. Ji ber wê jî ti carî kurtefîlmek nikare mezinahiya Pêşmerge û Serok Barzanî kêm bike.

Bi gotina Dêdewan Xurşîd, rast e hêzên hevpeyman alîkariya hêzên Pêşmerge dikirin lê yên ku li ser erdê şer dikirin û xwîna xwe dirijandin, pêşmerge bûn. Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê terorê kir, helbet bi fermandehiya Serok Barzanî.

Basnews
Top