• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şaneyeke razayî ya DIŞIê hate girtin

Gulan Media January 31, 2021 Nûçe
Şaneyeke razayî ya DIŞIê hate girtin
Ji 5 jinan pêk hatibû.

Wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên li dijî şaneyên razayî yên terorîstên DIŞIê de, hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne şaneyeke razayî ya DIŞIê binçav bikin.

Wezareta navxwe ya Îraqê diyar kiriye ku ew şaneya razayî ya DIŞIê yaku ji 5 jinan pêk hatiye, li Parêzgeha Selahedînê hatiye girtin.

Şaneya han li devera Silêman Beg ya li Rojhilatê parêzgeha Selahedînê hatiye girtin û kesên girtî jî li xwe mokir hatine ku endamên şaneyeke razayî ya DIŞIê ne.
Top