• Tuesday, 02 July 2024
logo

Liv û tevgerên DIŞIê zêde bûne

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Liv û tevgerên DIŞIê zêde bûne
artêşa Îraqê ne amadeye gavan bavêje.
Jiber nebûna hemahengiya navbera hêzên ewlekarî zêde bûne.

Parlementerê parlementoya Îraqê yê ser bi firakisyona partiya demokrata Kurdistanê Nasir Herkî ragihand ku li Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, liv û tevgerên DIŞIê zêde bûne.

Nasir Herkî eşkere kir ku nebûna hemahengî û hevkarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bûye sedem ku liv û tevgerên terorîstên DIŞê zêde bibin.

Herkî behsa vê yekê kiriye ku hêzên pêşmerge bo parastina ewlekariya wan deveran û nehêştina boşatiya ewlekarî û leşkerî çend caran daxwaza hevkarî û hemahengiyê li gel artêşa Îraqê kiriye lê artêşa Îraqê heta niha ti gav neavêtiye û jiber vê yekê jî liv û tegerên terorîstên DIŞI zêde bûne.

Weke tê zanîn beriya niha hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê çend caran civiyan û hêzên pêşmerge jî amadebûna xwe bo zêdetir kirina hemahengî û hevkariya li gel artêşa Îraqê diyar kiriye lê artêşa Îraqê heta niha ti gav neavêtiye.
Top