• Tuesday, 02 July 2024
logo

Berdevka Qesra Spî behsa mercê peyvendiya telefonî ya Biden li gel Ruhanî dike

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Berdevka Qesra Spî behsa mercê peyvendiya telefonî ya Biden li gel Ruhanî dike
Berdevka Qesra Spî ya serokatiya Amerîkayê Jen Psaki behsa peyvendiya telefonî ya serokê Amerîkayê û Serokomarê Îranê dike.

Jen Psaki ragehand, serokê Amerîkayê Joe Biden bo bi telefonê guftûgo li gel serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bike mercê wî heye.

Jen Psaki aşkera kir, eger Îran pêbendbûna xwe ya bi rêkeftina atomî aşkera bike, wê demê Joe Biden dê bi telefonê peyvendiyê li gel Hesen Ruhanî pêkbîne.

Li hember vê daxuyaniyê rêveberê ofîsa serokomarê Îranê Mehmûd Waîzî ragehand, welatê wan ji rêkeftinê derneketiye ku daxwaza pêbendbûnê lê bê kirin. ‘’Her demekî ku Ewrupa û Amerîka pêbendî rêkeftinê bûn em jî dê sozên xwe bicîhbînin.’’

Şeva 08.05.2018ê Serokê Amerîkayê yê wê demê Donald Trump biryara vekêşandina ji rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1 îmza kiribû.

Basnews
Top