• Tuesday, 02 July 2024
logo

Berpirsekî PDKê: Milîsên şîe dixwazin kurdan ji Xurmatû derxînin!

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Milîsên şîe dixwazin kurdan ji Xurmatû derxînin!
Berpirsekî PDKê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dibêje, armanca milîsên şîe ew e kurd li Xurmatû nemîne.

Ev çend roj in dîsa li devera Xurmatû ya Kerkûkê, girtin û revandin û kuştina kurdan ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve dest pê kiriye.

Berpirsê PDKê li Xurmatû, Erselan Elî ji BasNewsê re got, li taxa Serbaz ya Xurmatû, ku yek ji mezintirîn taxê bajêr e, beriya niha gelek kurd lê hebûn lê ev demek e milîsên şîe bi awayekî pilankirî dixwazin kurdan ji wê taxê derxînin û bidin koçberkirin.

Erselan Elî her wiha got, armanca wan ew e ku kurd li Xurmatû nemîne û bajar bi temamî bibe yê şîeyan.

Xurmatû dikeve ser rêka Kerkûk û Bexdayê û yek ji bajarên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye. Li Xurmatû ji bilî kurdan, turkmenên şîe û sunnî, ereb jî dijîn.

Xurmatû piştî 16 Cotmeha 2017, teslîmî milîsên şîe hat kirin.

Basnews
Top