• Tuesday, 02 July 2024
logo

Endamekî şanda hikûmetê: Hefteya bê bo Kurdistanê hefteyek hestiyar e

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Endamekî şanda hikûmetê: Hefteya bê bo Kurdistanê hefteyek hestiyar e
Endamekî şanda danûstankar ya hikûmeta Kurdistanê ragihand, hefteya bê bo pişka bûdceya Kurdistanê hefteyeka hestiyar û girîng e.

Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê û endamê şanda danûstankar ya hikûmeta Kurdistanê, Ebdulhekîm Xesro ji BasNewsê re got, vê hefteyê em bi komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê re li ser pişka Kurdistanê civiyan. Di civînê de nêrînên cuda hebûn. Me jî nêrîna xwe anî ziman û me berevanî li pişka Kurdistanê kir ya ku di qanûna bûdceya Iraqê de hatiye destnîşankirin.

Ebdulhekîm Xesro her wiha got, me di civînê de agahiyên hûr û zêde li ser firotin û derxistina neftê dan. Ev jî bû sebeb ku helwesta aliyê Iraqî hinekî hat guhertin.

Wî endamê şanda hikûmeta Kurdistanê anî ziman jî, danûstandin heta niha jî didomin û got, hefteya bê hefteyek hestiyar û girîng e bo Kurdistanê. Ji ber ku komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê dê raporta xwe teslîmî serokatiya parlementoyê bike.

Bi gotina wî berpirsê hikûmetê, eger ew pişka Kurdistanê ya ku di qanûna bûdceyê de hatiye destnîşankirin, ji aliyê parlementoyê ve were pesendkirin, dê bûdceya Kurdistanê were dayîn.

basnews
Top