• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rêxistineke Sûrî dijî Yunanê li Dadgeha Tawanan a Navdewletî doz vekir

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Rêxistineke Sûrî dijî Yunanê li Dadgeha Tawanan a Navdewletî doz vekir
Bi tometa encamdana tawanan li dijî penaberan ji aliyê Yunanê ve, rêxistineke Sûrî ya li Amerîkayê dozeke yasayî vekir.

Serokê Navenda Sûrî ya Dadmendî û Lêpirsînê ragihand, wan gelek dokumênt li dijî Yunanê kom kirine û pêşkêşî wê dadgehê kirine, di wan dokumêntan de xuya dibe ku hêzên deryayî, polîs û hikûmeta Yunanê bi xirabî reftarê li gel penaberan dikin.

Serokê Navenda Sûrî ya Dadmendî û Lêpirsînê hêvî kir, vekirina vê dozê bandorê li ser siyaseta welatên Yekîtiya Ewropayê ya derbarê penaberan de bike.

Mihemed Ebdula, Serokê Rêxistina Dademendî û Lêpirsînê, dibêje, “Bi rêya vekirina vê dozê, wê Yekîtiya Ewropayê ku niha derbarê siyaseta derbarê penaberan li xwe vedigere, weke Almanya û Denîmar, têbînî bike ku ev li gor yasaya navdewletî nabe penaber bi zorê bêne vegerandin. Wate nabe ti penaberek vegere cihekî ku metirsiya kuştin, girtin, revandin û îşkencekirinî li ser wî hebe. Divê li wan siyasetan vegerin û Sûriyê ne welatekî aram heta ku penaber vegerin, eger ev siyaset berdewam be, wê hin welatên Yekîtiya Ewropayê bêne tometbarkirin ku tawanê pêk tînin.”

Serokê Rêxistinê Sûrî ya Dadmendî û Lêpirsîn hêvî kir, ev doz ji aliyê Dadgeha tawanan a navdewletî bê qebulkirin ji bo ku zexta li ser penaberan sivik bibe.

Serokê Rêxistina Dademendî û Lêpirsînê, dibêje, “ Dê ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Dadgeha Navdewletî ya Tawanan rûbirûyî zextê were ji bo ku li vê doseyê vegere. Ez nikarim pêşbînî bikin ku vê dozê qebul bikin yan na, lê emê zextê li wan û Yekîtiya Eworpayê bikin, ji bo ku welatên din yên Yekîtiya Ewropayê li ser xetê bon û haya wan ji siyaset û zextên wan li ser penaberan hebe.”

Vekirina vê dozê di demekê de ku niha hejmareke zêde ji penaberên Sûrî li welatên Bulgar, li Bosna, Hungariya û Sirbiya asê mane, rewşa wan di vê zivistanê de xirab e û ti welatekî Ewropî jî ne amade ye wan wergire.

Rudaw
Top