• Tuesday, 02 July 2024
logo

Cemîl Bayik: Em ne li dijî PDK, Pêşmerge û pêgeha Başûrê Kurdistanê ne

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Cemîl Bayik: Em ne li dijî PDK, Pêşmerge û pêgeha Başûrê Kurdistanê ne
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) tekez dike, ti pirsgirêkeke wan li PDK, Pêşmerge û pêgeha Başûrê Kurdistanê nîne û ew dijayetiya wan nakin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, îro, 29/01/2021 di hevpeyvîneke taybet de li gel “Stêrk TV” behsa pêşhatîn dawîn, siyaseta navxwe ya Kurdan û nêzîkahiya wan a li hember Başûrê Kurdistanê kir.

Cemîl Bayik di wê hevpeyvînê de daxwazek arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û amaje bi wê kir ku ew bi ti awayî ne li dijî PDKê û pêgeha Başûrê Kurdistanê ne û ew dixwazin li hember dijminên Kurdan bi hev re tevbigerin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê behsa wê jî kir, ji bo gelê Kurd hêleke dîrokî pêk hatiye, pêwîst e ev hêl û derfet ji dest neçe û dibêje, “Ez li ser navê tevgera me soz bi gelê Kurd û hemû gelên cîhanê didim, em ne li dijî pêgeha Başûr, hikûmeta Başûr û Pêşmerge ne û em dijmintiya Başûr jî bi ti şêweyekî qebûl nakin. Ti pirsgirêkeke me li gel wan nîne.”

Cemîl Bayik di wê hevpeyvînê de PDKê bi wê tometbar dike ku hevkariya Tirkiyê dike û dibêje, divê PDK soz bi wan bide ku êdî hevkariya Tirkiyê nake.

Cemîl Bayik 6 meh berî niha dîsa di hevpeyvînekê de li gel heman kenalê, rexne li PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) girtibûn û gotibû, “dezgehên Zanyarî û Parastin hevkariya Tirkiyê dikin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê amaje bi operasyonên serbazî yên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî kiribû û gotibû, divê gelê Kurd sûd ji dîrokê werbigire û wek demên berê, duberiya navxwe destkeftan ji nav nebe.

Cemîl Bayik diyar jî kiribû ku gerîla, parêzerê destkeftên Başûrê Kurdistanê ye û pişk di serkeftinan de heye û eger “xebata PKKê nebûya destkeftên Başûrê Kurdistanê jinav diçûn.”

Rudaw
Top