• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Sine jineka kurd hat bidarvekirin

Gulan Media January 30, 2021 Nûçe
Li Sine jineka kurd hat bidarvekirin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jineka kurd hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 27 vê mehê jineka kurd li nav girtîgeha navendî ya bajarê Sine de hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew jina han li ser kuştina kesekî din hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Heta niha nasnameya wê jina kurd nehatiye zanîn.

Basnews
Top