Komelgeheke Şingalê ji hemû xizmetguzariyan bêpar maye
Li gorî amarên Kargeriya Şingalê, tê pêşbînkirin zêdetirî 500 mayînên DAIŞê li wê navçeyê mabin. Nebûna xizmetguzariyê û ewlekariyê bûye asteng li pêşîya vegerenadina xelkê Komelgeha Girzerê.
Xelkê Komelgeha Girzerê li ser navenda Şingal û kampên sînorên parêzhega Duhokê dabeş bûne. Beşek ji xelkê Komelgeha Girzerê li gel tîma Rûdawê hatin nava gundê xwe û daxwaza dabînkirina xizmetguzariyê û vegera xwe dikin
Heyder Umer, muxtarê gundê Girzer dibêje, “Xelkê gund newêrin bên derbasî nav mala xwe bibin. Eger mayîn hatiban rakirin, xaniyên xerabbûyî û hatiban avakirin, karê elektrîk û avê hatiba kirin, xelk dê vegeriyaba.”
Kemal Nasir, rûniştvanê gundê Girzer, “Em nikarin derbasî nav malên xwe bibin. Xeter e û em xwe naxin xeteriyê. Ji mayînan nehatine paqijkirin û alîkariya me nekirine, mîna ku em ne Iraqî ne.”
Gundê Girzerê hejartirin gundê Êzidiyan bû li sînorê qeza Şingal û ji hemû gundên din ên Êzidiyan zêdetir şer li dijî DAIŞê kirin.
Nêzikî 50 kesên Êzidî yên xelkê vî gundî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin û 3 komkujî ji wan pêk anîn.
Yûsif Beşar, rûniştvanê gundê Girzer, “Heta niha tiştek bo me nehatiye kirin. Tenê hendesa serbazî hat lê geriya, lê tiştek ji wir jî derneket.”
Komelgeha Girzerê ji aliyê kargeriyê ve bi ser Nahiya Girezêr ve ye. Kargeriya deverê li gel Hikûmeta Iraqê hewl daye ji bo vegerandina awareyan û dabînkirina xizmetguzariyên dest pêke.
Xedîde Îdo, Rêveberê Nahiyeya Girezêr dibêje, “Xizmetguzarî nînin. Em hewl didin bi hemahengî li gel îdareyên din xizmetguzariyan vegerînin wek elektrîkê ku li ser kar dikin û di çend rojan dê xilas bibe.”
Komelgeha Girzer nêziktirîn devera Êzidînişîn e li gel sînorê Erebên qezaya Beac. Li gor kargêriya xwecihî ya Mûsilê, komelgeha Girzer tekane komelgeh e ku piştî şerê DAIŞê ti kes ji xelkê venegeriyane ser gundê xwe.
Rudaw