• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê civiyan

Gulan Media January 29, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê civiyan
piştîvaniya Amerîkayê bo pêşmerge berdewam dibe.
Amerîka berdewam dibe li ser hemahengî û hevkarî kirinê li gel Kurdistanê.

Îro pêncşem li Pîrmamê Serok Barzanî li gel şandeke Amerîkî bi Serokatiya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tuller civiya.

Di destpêka civînê de Serok Barzanî jiber dest bikar kirina hikûmeta nû ya Amerîkayê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî şanda Amerîkî kir û hêviya berfiretir bûna têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê xwest.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan behsa rewşa giştî ya deverê û Îraqê kirin û balyozê Amerîkî jî tekez li ser dom kirina hemahengî û hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê û dom kirina piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge kir.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din ya civînê bûn.
Top