Serok Barzanî peyamek pêşkêşî Kakeyiyan kir
![Serok Barzanî peyamek pêşkêşî Kakeyiyan kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/barzani_0.jpg )
Bi minasebeta cejna sê şeva yaran pîrozbayiya wan kirin.
Bi minasebeta hatina cejna sê şeve ya Kurdên Kakeyî, Serok Barzanî peyamek pêşkêşî wan kir ku, ew jî tekesta peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna sê şevaya yaran ya Kurdên Kakeyî ( Qewiltas) pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî xuşik û birayên Kakeyî yên li Kurdistanê dikim.
Hêvî dikim tevahiya cejnên xwe di aramî û ewlekarî de derbas bikin, hertim dû bin ji nexweşiyan û dawî bi wan êş û azaran were ku di wan demên dawî de jiber terorîstan, rastî xuşik û birayên Kakeyî û pêkhateyên din yên Kurdistanê hatine.
Hêviya xweşî û kameraniyê bo we dixwazim
Mesûd Barzanî
27/1/2021