• Tuesday, 02 July 2024
logo

Babekir Zêbarî: Li seraserê Îraqê liv û tevgerên DIŞIê hene

Gulan Media January 28, 2021 Nûçe
Babekir Zêbarî: Li seraserê Îraqê liv û tevgerên DIŞIê hene
dibêje niha DIŞI dîsa bûye metirsî bo ser deverê.
Dibêje DIŞIê xwe dûbare sazmandehî kiriye.

Şêwirmendê karûbarên leşkerî yê Serokê herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî ragihand ku DIŞI dîsa xwe ji nûve sazmandehî kiriye û li seraserê Îraqê liv û tevgerên xwe zêde kirine.

Zêbarî ew yek diyar kiriye ku terorîstên DIŞIê diçin kîj deverê xelkê wan deveran jî alîkariya wan dikin lewre ew alîkarî û hevkariyên han bûne sedema vê yekê ku DIŞI dîsa bihêz bibe û bikarêbe xwe ji nûve sazmandehî bike.

Zêbarî balkêşande ser vê yekê ku DIŞI netenê li deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê bihêze belku li seraserê Îraqê bihêz bûye û eger pêşî jê neyê girtin vê zêdetir bihêz bibe û ew yek jî metirsiyeke mezine bo ser deverê.
Top