• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şandeke Almanî serdana wezareta pêşmerge kir

Gulan Media January 28, 2021 Nûçe
Şandeke Almanî serdana wezareta pêşmerge kir
hevkariyên Almanyayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
Konsulusê Almanyayê Serokatiya şandê dike.

Îro şandeke leşkerî û şêwirmendên leşkerî yên Almanî bi Serokatiya Konsulusê giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Sven Krauspe serdana wezareta pêşmerge kir û ji aliyê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl û rayedarên din yên wezaretê ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de behsa prosesa reforman ya di nava wezareta pêşmergeyê de têne kirin hate kirin û şanda Almanî bi kêfxweşî behsa wan reforman û encamên wan kir û piştîvaniya welatê xwe jî bo domandina reforman diyar kir.

Şanda Almanî herwiha ew yek diyar kiriye ku hevkariyên Almanyayê yên bo pêşmerge bi taybetî di ware şêwirmendî û perwerde kirina hêzên pêşmerge de berdewam dibin.

Wezareta pêşmerge jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge kiriye û hêvî kiriye ku ev hevkariyên han berdewam bin.

Top