• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Kakeyiyan kirin

Gulan Media January 28, 2021 Nûçe
Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Kakeyiyan kirin
Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Qewiltas pîrozbahî li Kurdên Kakeyî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qewiltas peyamek belav kir û pîrozbahî li Kurdên Kakeyî kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Cejna Qewiltas li hemû xwîşk û birayên ezîz ên Kakeyî yên li Kurdistan û her cihekî cîhanê, bi germî pîroz dikim. Hêvîdar im cejn xweşî û aramiyê li gel xwe bîne û em hemû cejn û boneyên pêşerojê di rewşeke baştir de bikin.”


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) li Kurdên Kakeyî pîroz kir.

Mesrûr Barzanî dibêje, “Bi boneya Cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), pîrozbahiyên germî li xwîşk û birayên Kakeyî û hemû Yarsaniyên li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim.”

Herwiha Mesrûr Barzanî hêviya jî derbirî ku “ev cejn bibe cihê xêr, xweşî, asûdeyî, bidawîhatina êş û azaran û bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de.”

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîrê Kurdistanê got, “Xwedê rojî û duayên we qebûl bike û ez hêvîdar im ku hûn rojên cejna xwe bi şadî derbas bikin.”

Rudaw
Top