• Tuesday, 02 July 2024
logo

Termên her 5 kolberên Urmiyê bi axê hatin spartin

Gulan Media January 28, 2021 Nûçe
Termên her 5 kolberên Urmiyê bi axê hatin spartin
Termên her pênc kolberên Kurd ên ji devera Soma ya Urmiyê ku heftiyek berî niha li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ketibûn bin reniya berfê (aşûtê) hatin dîtin îro bo axê hatin sipartin.

Çavkaniyekî taybet ji gundê Koranê yê ser bi devera Soma ya Urmiyê ve ji Rûdawê re ragihandibû ku, piştî derbasbûna heftiyekê bi ser bûyera aşûta li ser sînorê Urmiye-Wanê ku di encamê de 5 kolberên ji gundê Koranê ketibûn bin aşûtê, û piştî ku aliyên peywendîdar ên Îranê û Tirkiyê hewlên ciddî bo dîtina wan kesan nedan, pêr Yekşemê 24ê Çileya 2021an grûpeke nêzîkî 100 kesan ji xelkê gund sînor derbas kirin û ji bo dîtina wan pênc kesan dest bi lêgerînê kirin.

Heman çavkaniyê ku nexwest navê were aşkerekirin, diyar kir, “heta danê piştî nîvro termên sê ji kolberan bi navê Ewlayî Xudayî kurê Hetem, Firat Xudayî kurê Xorşîd û Metîn Eslanî kurê Osman ji aliyê xelkê gund bi xwe ve li geliyekî ser sînor hatin dîtin.”

Li gor agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî din bi dest xistine, termên herdu kolberên din Bîlen Ehmedî û Yawer Eslanî jî êvara duh hatine dîtin.

Qaymeqamê Urmiyê jî pêr serdana gundê Koranê kiribû û soz dabû gundiyan ku ew dê hemû hewlên xwe bo dîtina her pênc kolberan bidin û ji bo wê yekê jî bi berpirsên Tirkiyê re di nava têkiliyan de ne.

Bi gotina çavkaniyê ji gund, xelkê Koranê li benda sozên berpirsan neman û duh bi xwe û bêyî destûra ti aliyekê sînor derbas kirin. Wî herwiha diyar kir, “dayika Bîlen Ehmedî ji ber ku ji hewldanên aliyên fermî bê hêvî bûbû, bi tena serê xwe sînor derbas kir û xwe gihandibû aliyê Bakurê Kurdistanê.”

Roja 18ê vê mehê hejmarek kolberên Kurd ên ji gundê Koran a ser bi devera Soma ya Urmiye li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ketibûn bin aşûtê.

Rudaw
Top