• Tuesday, 02 July 2024
logo

Konsulê Îmaratê: Pêwendiyên me yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene

Gulan Media January 27, 2021 Nûçe
Konsulê Îmaratê: Pêwendiyên me yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene
Konsulê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Zahirî ji Kurdistan24ê re ragihand; encama serdana wan a cem Serok Barzanî, tekezkirina pêwendiyên biratî yên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê bû û herwiha piştevaniya welatên Erebî bû, ji bo seqamgîrî û avakirina Iraqê bi giştî.

Ehmed Zahirî diyar kir: “Pêwendiyên me yên biratî yên baş ligel serkirdetiya Herêma Kurdistanê heye, ev jî berdewamkirina pêwndiyên welatên Erebî ye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, ev jî armanca serdana me ya bo cem cenabê Serok Barzanî bû.”

Zahirî herwiha destnîşan kir: “Di vê serdanê de, me tekezî li ser piştevaniya welatê me bo seqamgîrî û avakirina Iraqê kir, herwiha terkezî li pêwendiyên biratî kir ligel Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê.”

k24
Top