• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dadgeha Federalî ya Amerîkayê 150 kesan bi êrîşa ser Kongresê tohmetbar dike

Gulan Media January 27, 2021 Nûçe
Dadgeha Federalî ya Amerîkayê 150 kesan bi êrîşa ser Kongresê tohmetbar dike
Dadgeha Federalî ya Amerîkayê 150 kesan bi wê yekê tohmetbar dike ku destê wan di êrîşa roja 6ê vê mehê bo ser Kongresa Amerîkayê de hebû.

Dozgerê Giştî yê Amerîkayê Michael R. Sherwin ragihand ku heta niha 150 kes li ser wêya rasterast destê wan di êrîşa ser Kongresê de hebûye hatine tohmetbarkirin û nêzîka 50 kesên din jî ji aliyê dadgehên Washingtona paytext ve dosyayên wan tên şopandin û pêdeçûn tê kirin.

Michael R. Sherwin da zanîn ku eger heye hejmara tohmetbaran bigihe 400 kesan û dibe lîsteya tohmetbaran ber bi zêdetir ve jç biçe. Sherwin diyar kir ku destpêka rûniştinan dadgehê bo dosyayên biçûk destpê kiriye; wek hilgirtina çekê bi awayekî neyasayî yan hewldan bo çûna nav Kongresê bi hêz çekan.

Sherwin diyar kir ku armanc bilez derbaskirina kar û barên yasayî bûye û got: “Lê piştre dest bi dosyayên giran hat kirin ku hinek ji wan eger heye 20 sal ceza werbigrin. Lêkolîna li ser dosyayên giran ji aliyê dadgehê ve berdewam e û dirêj jî dibe.”

Rudaw
Top