Berpirsekî Partiya Şûî ya Kurdistanê: Heta Pêşmerge venegere Xaneqînê, ew der aram nabe
Berpirsê komîteya Xaneqînê ya Partiya Şûî ya Kurdistanê, Ebas Rehman ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê bi şev êrişî êrişî xelkê û hêzên ewlehiyê dikin.
Ebas Rehman her wiha got, şeva borî li devera Neftxane ya Xaneqînê êrişî hêzên Heşda Şeibî kirine û di navbera wan de şer derketiye. Roj nîne êriş û şer nebe.
Wî berpirsê partiya Şûî ya Kurdistanê anî ziman, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 Heşda Şeibî li vê deverê bûye xwedan desthilat û got, lê heta hêzên Pêşmerge venegerin Xaneqînê û Heşda Şeibî jî ji vir dernekeve, ev der aram û asûde nabe.
Basnews