Li Duhok û Hesekê erdhej çê bû
![Li Duhok û Hesekê erdhej çê bû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/560258Image1.jpg )
Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan a Herêma Kurdistanê, Ejî Çeto ji Rûdawê re ragihand, “erdhejek bi hêza 3.2 pileyên Rîxter îro Çarşemê 27ê Çileya 2021 di demjimêr 7:50 de bajarê Duhokê hejandiye.”
Ejî Çeto diayr kir, erdhejê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî hejandiye û tekez kir, “hêza erdhejê 4.9 pileyê Rîxter û navenda erdhejê li Hesekê bûye, herwiha erdhej di kûrahiya 21 kîlometriyê de çê bûye.”
Duh jî erdhejekê parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê û qezaya Şingalê li Başûrê Kurdistanê hejandibû, ku ew erdhej heta bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê jî hatibû hestpêkirin.
Li gor agahiyên ku heta niha hatine belavkirin, ew erdhej nebûne sedema ti ziraran.
Êvara roja 6ê Çileya 2021 jî erdhejekê bi hêza 2.5 pileyê Rîxter sînorê Îdareya Raperîn û derdora wê li Başûrê Kurdistanê hejandibû ku navenda wê bajarokê Qeladizê bû.
Herwiha roja 28ê Kanûna 2020 jî li derdora bajarê Hewlêrê erdhejek bi hêza 2.8 pileyê Rîxter çê bûbû, lê di encama wan erdhejan de ti zirar çênebûbûn.
Rudaw