• Tuesday, 02 July 2024
logo

Çavê Tirkiyê li pêngavên bên ên Joe Biden e

Gulan Media January 27, 2021 Nûçe
Çavê Tirkiyê li pêngavên bên ên Joe Biden e
Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken yên di derbarê Tirkiyê de bûne cihê nerazîbûna hikûmeta Tirkiyê û beşek ji oposizyona wî welatî. Blinken li ser dosyaya sîstema berevanîya muşekan a S-400 Tirkiyê rexne dike. Gotinên Blinken weke berdewamiya nakokiyên di navbera herdu aliyan de tên dîtin.

Tirkiye li benda karên pratîk ên Serokê Amerîkayê Joe Biden e da ku helwesta xwe li hember reveberiya nû yaAmerikayê de diyar bike. Daxuyaniyên destpêkê yên berpirsên Amerikayê li Enqerê rastî nerazîbûnan tên, lê Tirkiye dixwaze di serdema Biden de xalên nakok ên weke Suriye, Rojava û S400 bi rêyea diyalogê çareser bike.

Serokê SDE Alpay Guray dibêje: “Dema em li peyamên berpirsên Amerikayê dinêrin xuyaye ku Amerîka helwesta xwe naguhere. Lê em dizanin heman helwst berdewam bin dê encam jî her weke berê serkevtî nebin. Ji bo encameke baş pêwîst e helwest bên guhertin. Amerîkayê tiştekî baş li Rojhilata Navîn nekiriye û nake jî.

Yek ji mijara ku herî zêde li Tirkiyê tê meraqkirin peywendiyên Joe Biden û rêvberiya nû ya Amerikayê re bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hêrêma kurdistanê re ye. Tirkiye dixwaze Amerika hevalbendiya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re bidawî bîne û çi destkariyan jî di nexşeya Iraqê de neke.

Derbarê mijarê de pisporê karên serbazî Mithat Işik got: “Di mijarên girêdayî Rojhilata Navîn û Iraqê de eger Amerîka bi Tirkiyê re kar bike dê qazancekî baş bibîne. Di serdema nû de jî pêwîst e herêma Kurdan a federal hem hikumeta navendî ya Iraqê bi Tirkiyê re kar bikin. Em cîranên baş in. Dema peywendiyên me bi Iraq, Suriyê û Îranê re baş bin dê li herêmê aramî zêdetir bibe.”

Li Tirkiyê hikumet jî oposizyon jî jibilî çend kilîşe û dubareyan zêde tiştekî nû derbarê Amerikayê de nabêjin. Lê oposizyon şîretan xwe li hikumetê dubare dike ku meseleyên bi amerikayê re neke amûrekê siyaseta navxweyî.

Alîkarê Serokê Saadetê Cafer Guneş jî got: “Ez gellek xemgîn bûm ku ku desthilata me li ser çend gotinên Joe Biden xwast ku ji xelkê re bêje ku oposizyon hevalbendiya Joe Biden dike. oposizyonê tiştekî wisa nekiriye. Niha jî weke du hikumet ew dê bi rêveberiya Biden re bidin û bistînin ne em.”

Guhê Enqerê li Koşka Spî ye û her pêngavek her gotinek bi giringî tê şopandin. Di daxuyaniyên xwe yên fermî de jî hikumet dibêje “çi Trump çi iden farq nake” Tirkiye û Amerika du welatên hevalbendên stratejîk in.

Rudaw
Top