• Tuesday, 02 July 2024
logo

Malbata Gulistan behsa hevdîtina xwe ya ligel Erdogan kir

Gulan Media January 27, 2021 Nûçe
Malbata Gulistan behsa hevdîtina xwe ya ligel Erdogan kir
Malbata Gulistan Doku ya ku li Zanîngeha Muznurê ya Dêrsimê dixwend, ji roja 5ê Çileya par ve çarenivîsa wê nediyar e, behsa hevîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Gulistan Doku keçek Kurd a xelka Amedê ye ku li Zanîngeha Muznurê ya Dêrsimê dixwend, ji roja 5ê Çileya par ve wenda bûye û çarenivîsa wê ne diyar e.

Gulistan Doku di dema xwendina zanîngehê de li Dêrsimê wenda bûye û ji wê rojê ve ne mirî ne zindî tu şopên hebûna wê nînin.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakov ku hevalê Gulistanê bûye, ew winda kiriye.

Ji bo dîtina Gulistan Dokuyê, duh 25ê Çileya 2021an malbata wê gelek çalakî kirine û herî dawî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu re li bajarê Xerpêtê yê Bakurê Kurdistanê civiyan.

Bedriya Doku, dayika Gulistan dibêje, Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji wan re gotiye ku ew dê vê bûyerê bişopîne û jixwe tişta pêwîst jî heya niha hatiye kirin.

Bedriye Doku got: “Erdogan soza dîtina keça me neda, lê got ku çi ji destê me hatiye me kiriye. Suleyman Soylu jî li wê derê amade bû. Min gelek dixwest ez Serokomar bibînim. Vaye min ez jî dît, ew yek dê dilê min de nemîne. Niha ne roja min roj e ne jî şeva min şev e. Ez serê didanim li ser baliv lê rihê min li Dêrsimê ye, her tim keça min di hizrê min de ye. Heta dawiya nefesa xwe dê lê wê bigerim.”

Halit Doku bavê Gulistan jî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de got: “Hevdîtina me derdora saetekê berdewam kir. Baş guhdariya me kir, niha hêviyek me heye. Ji me re got ew dê lêkolînan bikin. Bavê Zainal Abarakov ji kar hate avêtin, lê ji me re gotin ku sedema avêtina wî ne ji ber Gulistanê ye.”

Rudaw
Top