Civata Senatorên Amerîkayê Antony Blinken wek wezîrê derve yê Amerîkayê pejirand
![Civata Senatorên Amerîkayê Antony Blinken wek wezîrê derve yê Amerîkayê pejirand](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/eecc1d6d63896ffbf476431126c1cfd9_L.jpg )
Li Civata Senatoran, 78 senatoran piştgirî dan Blinken û 22yan jî dijî wî deng dan.
Namzedbûna Blinken hefteya borî li Komîsyona Peywendîyên Derve piştgirîyeke mezin sitandibû û çaverê bû ku her du partî jî piştgirîya wî bikin û ew bibe wezîr.
Antony Blinken ji zû de ye nêzî Joe Biden e. Blinken wexta Biden cîgirê Serokê berê Barack Obama bû, bo demekê cîgirîya wezîrê derve kiribû.
Ew di dewra Serokê berê Bill Clinton de ketibû Civata Ewlekarîya Neteweyî.
Blinken hefteya borî di rûniştina berbijarîyê de Tirkîye ser hevalbendîyê rexne kiribû û gotibû ku jiber ku Enqerê ji Rûsya muşekên S-400 sitandine divê ew toleyên dijî wî welatî jinûve binirxînin.
Wî dîyar kiribû ku ew amadeye ku bi dijwarîyên Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur çêdikin re rûbirû bimîne.
Basnews