• Tuesday, 02 July 2024
logo

Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Metirsî ciddî ye, DAIŞ dubare xwe birêxistin dike

Gulan Media January 27, 2021 Nûçe
Birîkarê Wezareta Pêşmerge: Metirsî ciddî ye, DAIŞ dubare xwe birêxistin dike
Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand, DAIŞê sûd ji valahiya ewlehiyê ya li Iraq û Sûriyê wergirtiye û dubare dest bi xwerêxistinê kiriye û tekez kir, ji Sûriyê ve xelkek nû tevli DAIŞê dibin û di sê heftiyên bihorî de 15 êriş pêk anîne.



Serbest Lezgîn, Birîkarê Wezareta Pêşmerge şeva Sêşemê 26ê Çileya 2021 beşdarî bernameya “Rûdawî Emro” ya Rûdaw TV bû ku ji aliyê Hewraz Golpî ve tê pêşkêşkirin û derbarê zêdebûna tevgerên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî.



Serbest Lezgîn ragihand, DAIŞ li Iraqê û Sûriyê dubare xwe birêxistin dike û kesên nû tevli refên wê dibin û diyar kir, ew yek metirsî ye bo ser Herêma Kurdistanê û Iraqê.



Birîkarê Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, êrişên wê dawiyê yên DAIŞê ji êrişên berê bihêztir bûne û got, hevahengiyên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo nehiştina valahiyên emnî gelek bi sistî birêve diçin û ew yek bûye sedema zêdebûna tevgerên DAIŞê.



Serbest Lezgîn behsa sedemên dubare bihêzbûna DAIŞê kir û da zanîn, “li Iraqê zemîneya bihêzbûna DAIŞê heye û ew sedemên di sala 2014 de bûne sedema derketina DAIŞê weke xwe mane û hêj nehatine çareserkirin.”



Wî rayedarî Wezareta Pêşmerge got: “Valahiya emnî ya li Iraqê sedem e ji bo bihêzbûna DAIŞê. Kesên biyanî ji Sûriyê ve û ji sînorê Rebîeyê ve têne nav Iraqê. Sistiya hevahengiya navbera Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê alîkar e ji bo DAIŞê daku xwe birêxistin bike.”



Serbest Lezgîn dibêje, li sînorê Enbar, Diyale, Mexmûr û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê liv û tevgerên DAIŞê gelek zêde bûne û di wan demên dawiyê de 15 êriş pêk anîne.



Bi gotina Birîkarê Wezareta Pêşmerge, çekdarên DAIŞê hinek caran cilûbergên serbazî yên artêşa Iraqê li xwe dikin, xalên kontrolê datînin, xelkê direvînin û daxwaza pere û xwarinê ji gundiyan dikin.



Lezgîn tekez dike, eger hevahengiyeke temam di navbera Hewlêr û Bexdayê de nebe, tevgerên DAIŞê li wan navçeyan nayê kontrolkirin.



Derbarê alîkariyên Amerîkayê bo Hêza Pêşmerge de jî, Serbest Lezgîn got, Amerîka mehane 20 ta 25 milyon dolar ji Pêşmerge re dişîne, ew pere jî ji bo 13 lîwayan e û nêzîkî 30 hezar pêşmerge jê sûdmend dibin.



Rudaw
Top