Mesrûr Barzanî: Îro salvegera yekîtiya gelê Kurd li dijî dijminê hevbeşe
Derbarê salvegera azad kirina Kobanê de peyamek belav kiriye.
Derbarê 6mîn salvegera azadkirina Kobanê ji destê DIŞIê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kiriye û têde nivîsandiye; Îro tenê ne salvegera azad kirina Kobanê ye ji zordarî û dagîrkeriya DIŞIê belku hevdem salvegera yekîtî û yekdengiya gelê Kurde li dijî dijmineke hevbeş.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Azad kirina Kobanê vê yekê îsbat dike ku hertim bi yekrêzî û yekdengî serkeftîtir dibin.