• Tuesday, 02 July 2024
logo

Optimar: Rikeberê Erdogan, Îmamoglu ji HDP û IYI Partiyê jî deng distîne

Gulan Media January 26, 2021 Nûçe
Optimar: Rikeberê Erdogan, Îmamoglu ji HDP û IYI Partiyê jî deng distîne
Li gorî rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Optimarê, Îmamoglu hemberê herî nêzik yê Erdogan e. Îmamoglu ji IYI Partî û HDPê jî deng werdigre. Erdogan di pêşbirka li dijî Demîrtaş digihîje rêjeya herî bilind.

Abdulkadîr Selvî rojnamevanê ku bi nêzikiya AK Partiyê tê naskirin, rapirsiya meha Çileyê ya Lêkolîna Optimarê nirxand.

Li ser vê yekê Selvî got “Hemberê herî nêz ê Serokomar Erdogan, Ekrem Îmamoglu ye. Rêjeya ku dibêjin Erdogan ji sedî 43,9 e, ya Îmamoglu ji sedî 35,2 ye. Rêjeya bêbiryaran daketiye 20,8 î û dengdêrên Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji sedî 90,6 piştgiriyê didin Îmamoglu. Ji IYI Partî û HDPê deng werdigre.”

Selvî di berdewamiya nivîsa xwe de ragihandiye “li ser pirsa di hilbijartina Serokkomariyê de ger Recep Tayyip Erdogan û Abdullah Gul bimînin gera dawî, hûn dê dengê xwe bidin kê? ji sedî 43.5 dibêjin Erdogan. Rêjeya kesên ku dibêjin Adullah Gul di 20.3 de dimîne. Rêjeya bêbiryaran ji sedî 36.1 e. Ya balkêş, Abdullah Gul ji Ak Partiyê deng wernagire.”

Li aliyê din di navbera Alî Bababcan û Abdullah Gul de, Selvî diyar kir ku Babacan bi rêjeyeke pir kêm Gul derbas dike. Li ser vê yekê rêjeya “kesên ku dibêjin em ê deng bidin Erdogan” zêde dibe. Kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne ji sedî 45.2 dibêjin Erdogan, ji sedî 20.9 jî dibêjin Babacan. Rêjeya bêbiryaran jî derdora 34.1î ye.

Herwiha Selvî ragihand ku her çiqas Selahattin Demirtaş di nav siyasetmedaran de herî zêde tê ecibandin jî, di hilbijartina Serokomariyê de rêjeya dengên wî ji sedî 17 ye. Erdogan di pêşbirka li dijî Demîrtaş de digihîje rêjeya herî bilind. Rêjeya bêbiryaran jî ji sedî 31.2 ye.

Li hember Demîrtaş dengdêrên IYI Partiyê ji sedî 29.7 dengên xwe didin Erdogan. Piştî HDPê Demîrtaş bi rêjeya 28.4 herî zêde ji CHPê deng werdigre.

Rudaw
Top