• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê radestkirina dosyeya petrolê red dike

Gulan Media January 26, 2021 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê radestkirina dosyeya petrolê red dike
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, pêşniyara hikûmeta Iraqê ya derbarê radestkirina dosyeya petrolê de red kiriye.

Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî nebû ku dosyeya petrolê radestî Bexdayê bike, îdiayên ku li ser vê mijarê belav bûne, ti bengeha wan tine û mercên bi vî rengî yên ji aliyê Bexdayê ve, ku ne destûrî ne, ji bo rêkeftinê astengan çêdikin.”

Herwiha destnîşan kir: “Hikûmeta Herêmê berî niha li ser radestkirina dahata rojane 250 hezar bermîl petrol, rizamendiya xwe nîşan daye û pabendî vê yekê ye.”

Berî niha Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku wan pêşniyara hikûmeta Iraqê red kirine û ragihandibû: “Iraq dewleteke federal e û ne navendî ye. Li gor destûrê jî, ku piraniya Iraqiyan deng dane, mafê derxistin û firotina petrolê yê Herêma Kurdistanê heye. Loma daxwaza radestkirina dosyeya petrola Herêmê, daxwazeke ne destûrî ye. Lê belê di heman demê de, me amadebûna xwe nîşan daye ku dahata rojane 250 hezar bermîl, radestî hikûmeta federalî bikin, li hember wê jî, maf û heqên darayî yên Herêmê dabîn bikin. Em her dem amade ne ku kêşeyên di navbera xwe de li gor destûrê çareser bikin û bigihin rêkeftineke hevbeş ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.”

Roja yekşemê 24ê Çileya 2021ê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina ligel hikûmeta Iraqê û bi armanca gihiştina rêkeftinê, serdana Bexdayê kir û ligel Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, li ser para Herêmê di projebudceya sala 2021ê de, çend civîn encam dan.

K24
Top