• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû

Gulan Media January 26, 2021 Nûçe
Li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû
Li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Li gor vîdyoyeke ku li ser Twitterê hatiye parvekirin, teqîn ji ber êrîşeke xwekujî pêk hatiye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kiriye ku li bazareke nêzîkî avahiya şaredariya Girê Spî teqînek çêbû û di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Girê Spî di sala 2012an de ketibû destê Artêşa Azad a Sûriyê, di sala 2014an de rêxistina DAIŞê Girê Spî dagir kir.

Di sala 2016an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Girê Spî kontrol kir. Herî dawî jî di 13ê Cotmeha 2019an de hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, Girê Spî dagir kir.

K24
Top