Serokatiya komarê ya Iraqê herî kêm 340 hukmên îdamê pesend kir
![Serokatiya komarê ya Iraqê herî kêm 340 hukmên îdamê pesend kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/e7a70520fd5413ed5287e199adbaceba_L.jpg )
Medyaya Iraqî ragihandiye, serokatiya komarê ya Iraqê sala borî herî kêm 340 hukmên îdamê pesend kir.
Li gorî agahiyan, kesên ku fermana wan ya îdamê hatiye pesendkirin, bi tawanên teror û kuştina bi enqest hatibûn girtin û mehkûmkirin.
Beşek mezin ji saziyên sivîl jî daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin sizayê îdamê li Iraqê nemîne.
Basnews