• Tuesday, 02 July 2024
logo

IMF: Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” kiriye

Gulan Media January 25, 2021 Nûçe
IMF: Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” kiriye
Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) ragihand, hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” kiriye.

IMF îro di daxuayniyekê de ragihand, hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê bilez kiriye.

IMF her wiha daye zanîn, ew niha li ser wê daxwazê bi berpirsên hikûmeta Iraqê re gotûbêj dikin.

Wezîrê darayî yê Iraqê Elî Ellawî jî beriya niha gotibû, wan daxwaza 6 milyar dolar denyê bilez ji IMF kirine.

Wî wezîrê Iraqî her wiha dabû zanîn, di çarçoveya bernameyeka din de daxwaza 4 milyar dolar deynê din ji IMF kirine.

Basnews
Top