Mesrûr Barzanî: Ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim
![Mesrûr Barzanî: Ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1611510748kak-masror-barzani.jpg )
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya mamosteyên Kurdistanê kir û ragihand: “Di roja cîhanî ya perwerdeyê de, ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim. Ji bo kar û qurbanîdana wan a berdewam, bi taybetî di kêmkirina bandorên neyênî yên vîrusa Covid-19ê li ser perwerdeyê de.’’
Herwiha Mesrûr Barzanî bal kişande ser dijwariya erkê mamosteyan û diyar kir: “Ez dizanim ev erkekî dijwar bû, loma ez spasiya hemû xizmetkirin û hewl û xebatên mamosteyên Kurdistanê dikim.”
K24