Wezareta Pêşmerge: Alîkariyên ku hêzên hevpeyman didin, dê yekser bi ser Pêşmerge de were belavkirin
Wezareta Pêşmerge li ser wan raport û nûçeyên ku dibêjin, êdî mûçeyê hêzên Pêşmerge nayê kêmkirin û dê wek xwe were dayîn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, ne ew nûçe hatine redkirin ne jî hatine piştrastkirin lê hatiye gotin ku ew alîkariyên diravî yên ku hêzên hevpeyman didin hêzên Pêşmerge, dê bêyî destkarî bi ser hêzên Pêşmerge de were belavkirin.
Wezareta Pêşmerge daye zanîn jî, ew biryar piştî civîn bi hêzên hevpeyman û rizamendiya serokatiya encumena wezîran hatiye dayîn.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye gotin, ew pêngava han di çarçoveya pilana hikûmetê bo çakasiyê de hatiye avêtin û hewlên hikûmetê hene da ku alîkariyên bi vî rengî tevahiya hêzên çekdar yên Kurdistanê vegire.
Hikûmeta Kurdistanê ji ber kêmbûna bûdcê û kirîza darayî, ev çend meh in beşek ji mûçeyê karmendan û mûçexoran kêm dike.
Basnews