• Tuesday, 02 July 2024
logo

DAIŞê berpirsyariya kuştina herdu berpirsên Rêveberiya Xweser li xwe girt

Gulan Media January 25, 2021 Nûçe
DAIŞê berpirsyariya kuştina herdu berpirsên Rêveberiya Xweser li xwe girt
Rêxistina DAIŞê, berpirsyartiya kuştina 2 jinên bepirs ên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê li xwe girt.

Rêkxistina DAIŞê bi rêya malperên xwe daxuyaniyek derbarê revandin û kuştina Hevseroka Encûmena Til El Şayirê Seide Feysel El Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidir belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Rêkxistina DAIŞê ragihand ku wê rêkxistinê herdû berpirsên jin Seide Feysel el Hermas ku hevseroka encûmena bajarokê Til Şayer bû, herweha Seroka Komîteya Aborî ya Til El Şayirê Hind Letîf el Xidir revandin û kuştine.

Seide Feysel el Hermas Hind Letîf el-Xidir, êvara înê hatibûn revandin.

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bi rêya telefonê beşdarî bultena Rûdawê bibû û amaje bi wê yekê kiribû ku ji destpêka 2021an ve liv û tevgera DAIŞê “li herêma me û li herêmên jêr kontrola Şamê” zêde bûne û DAIŞ “xwe xurt dike û çalakiyan pêk tîne. Ji destpêka sale heta niha 13 kuştin çê bûn.”

Rudaw
Top