Wezareta Karûbarê Şehîdan: Di şerê DAIŞê bi tenê 1755 Pêşmerge şehîd bûne
![Wezareta Karûbarê Şehîdan: Di şerê DAIŞê bi tenê 1755 Pêşmerge şehîd bûne](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/d2beba555bf607af549c4401bf595992_L.jpg )
Berîvan Hemdî ji BasNewsê re ragihand, ‘’Şer û rûberûbûna hêzên Pêşmerge ligel terorîstên DAIşê 1755 Pêşmerge şehîd bûne û 10 hezar Pêşmerge jî birîndar bûneû kemendam bûne û Pêşmerge kariye bi xwîna xwe parêzgariyê li xaka xwe bike.’’
Herwiha Berîvan Hemdî dibêje hêzên hevpeymaniyê bi êrîşa asmanî hevkarî kiriye di bordumankirina binke û baregehên DAIŞê, li ser zevî hîç hêzêk ji bilî Pêşmerge û artêşa Iraqê li sînoreên xwe beşdarî di şerê DAIŞê de nekiriye, ji bilî wê eger azayiya Pêşmerge nebûya, DAIŞê wê beşeke zêde ya xaka Iraqê û Herûma Kurdistanê dagir bikira.’’
Herwiha Berîvan Hemdî aşkere jî kir zorîneya şer û bakarên Kurdistanê xwedî Pêşmergeyên şehîd in di şerê DAIŞê de ev jî selimandiye ku take hêz ku efsaneya DAIŞê ji holê rakiriye Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bûye.
Basnews