• Tuesday, 02 July 2024
logo

Indonesyayê dest bi ser du keştiyên Îranî û Panamayî de girt

Gulan Media January 25, 2021 Nûçe
Indonesyayê dest bi ser du keştiyên Îranî û Panamayî de girt
Berpirsên Indonesyayê ragihandin, wan dest bi ser keştiyên veguhastina petrolê yên Îranê û Panamayê de girtiye ku li sînorên deryayî yên wî welatî bi awayekê neqanûnî petrol vediguhastin.

Wisnu Pramandita, Berdevkê Ajansa Pasewaniya Deryayî ya Indenosyayê ragihand, hêzên Asayişa Deryayî ya wî welatî dest bi ser du keştiyan de girtine ku ala ti welatekê li ser wan nebûye, yek ji wan keştiya MT Freya ya Panamayê ye û ya din jî keştiya MT Horse ya Îranê ye.

Wisnu Pramandita daye xuyakirin, ku herdu keştî-tanker li sînorê deryayî yê parêzgeha Kalîmantanê dest bi ser wan de hatiye girtin û paşê ji bo lêkolînên zêdetir ber bi girava Batam li parêzgeha Girava Riau hatine eskortkirin.

Pramandita diyar kiriye, Wan keştiyan bi awayê neqanûnî petrol vediguhest.

Berdevkê Ajansa Pasewaniya Deryayî ya Indenosyayê roja yekşembiyê di daxuyaniyekê de got: “Ew tanker, cara ewil di demjimêr 5:30 sibehê li gor dema xwecihî (21:30 bi dema Greanwich di 23ê Çile de) hatin destnîşankirin. Bi nîşan nedana alên welatê xwe, vemirandina sîstemên otomatîk ên aşkerekirina nasnameyan û bersivnedana bi peywendiyên radyoyî, nasnameuên xwe veşartin.”

Wisnu Pramandita tekez kiriye, tevî ku wan herdu keştiyan radar û sîstema eşkerekirina nasnameya xwe vemirandibûn û zanyariyên şaş dabûne berpirsên deryavaniya Indonesyayê, lê hêzên wan karîne dest bi ser wan keştiyan de bigrin.

Pramandita herwiha destnîşan kiriye, ew herdu tankerên veguhastina petrolê di demekê de dest bi ser wan de hatiye girtin, ku ji tankera MT Horse (ya Îranî) petrol bo tankera MT Freya (ya Panamayî) dihat veguhastin û li wî cihî petrol rijyabû.

Wî berpirsê Indonesyayî herwiha gotiye, 61 kes ji kadroyên herdu keştiyan jî hatine desteserkirin.

Desteserkirina wê keştiya veguhastina petrolê ya Îranê li sînorê deryayî yê Indonesyayê di demekê de ye, ku Îranê jî meha bihorî li Tengava Hurmuzê dest bi ser keştiyeke Koreya Başûr de girtibû.

Îranê bi fermî ragihandiye, ji ber sedemên pîskirina jîngehê hêzên wan dest bi ser wê keştiya Koreya Başûr de girtiye, lê tevî wê yekê tê gotin ku ew karê Îranê ji ber blokekirina pereyê Îranê li Koreya Başûr e ku zêdetirî 7 milyar dolar e.

Beriya du heftiyan şandeke Wezareta Derve ya Koreya Başûr têkildarî mijarê serdana Îranê kiribû, lê belê danûstandinên wan bi rayedarên Îranê re serkeftî nebûn.

Rudaw
Top