• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fransa: Kêm maye Îran bigihe çekên atomî

Gulan Media January 25, 2021 Nûçe
Fransa: Kêm maye Îran bigihe çekên atomî
Wezîrê Derve yê Fransa ragihand, gelek nemaye ku Îran çekên atomî berhem bîne û li ser egera bidestxistina wan çekan ji aliyê Îranê ve hişyarî da.

Wezîrê Derve Yê Fransa, Jean-Yves Le Drian îro yekşembiyê 24ê Çileya 2021an di bernameya “Pirsên Siyasî” ya kanala radyoyî ya “France Inter” de amade bû û têkildarî bernameya atomî ya Îranê axivî û derbarê egera bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve hişyarî da.

Jean-Yves Le Drian diyar kir, dorpêçên Amerîkayê û siyaseta zexta herî zêde bandoreke baş li ser dûrxistina Îranê ji çekên atomî nebûye û tam encameke berovajî hebûye.

Bi gotina Wezêrê Derve yê Fransayê, niha qonaxeke pir metirsîdar e û gihîştina destê Îranê bi çekên stomî, dê encameke pir xirab hebe. Jean-Yves Le Drian da xuyakirin, “kêm maye ku Îran bigihe çekên atomî.”

Le Drian dibêje, niha ew di rewşeke berovajî xwastên xwe de ne, ji ber ku îdareya Trump dixwast bi givaşên herî zêde Îranê ji çêkirina çekên atomê dûr bixe, lê rastî ev e ku niha Komara Îslamî gelek nemaye bigihe armanca xwe ya çêkirina çekên atomî.

Wezîrê Derve yê Fransayê gumana xwe li ser bandora sizayên îdareya Trump ên li ser Îranê ji bo rawestandina bernameya atomî ya wî welatî anî ziman û got: “Rewşeke gelek metirsîdar e. Gihîştina Îranê bi çekên atomî dê bandorên wê yên jeostratejîk ên berçav hebin.”

Îdareya Donald Trump di Gulana 2018an de ji rêkeftina atomî ya 5+1 a li gel Îranê derket û piştre gelek sizayên tund bi ser wî welatî de sepandin.

Rêkeftina atomî ya grûpa 5+1 li gel Îranê, sala 2015an û di serdema îdareya Barak Obama de hatibû îmzekirin.

Piştî ku Amerîka ji wê rêkeftinê vekişiya, Îranê jî di çend qonaxan de pabendiyên xwe bi wê rêkeftinê kêm kir û herî dawî Îranê ragihand, ku dest bi berhemanîna uraniyuma meyandî ya bi rêjeya %20 kiriye.

Parlamentoya Îranê di dawiya meha Mijdara 2020an de projeyasayek pesend kir, ku rê dide berhemanîna 120 kîlogram uraniyoma meyandî di salekê de, bi wê yekê jî asta berhemanîna uraniyoma meyandî li Îranê bi rêjeya %20 zêde dibe.

Ev projeyasa berovajî xalên rêkeftina atomî ya sala 2015 a di navbera Îranê û welatên 5+1 de ye.

Projeyasa di jêr navnîşana rêkarên stratejîk ji bo hilweşandina sizayên Amerîkayê, bi armanca neçarkirina Waşingtonê bo hilweşandina sizayên ser Îranê hatibû amadekirin. Herwiha têde rizamendî li ser çalakkirina wêstgeha atomî ya Erakê jî hatiye dan, ku bi ava giran kar dike.

Ev projeyasa di pratîkê de Tehranê ji çarçoveya xalên rêkeftina atomî dike derê, ku di rêkeftinê de Îran hatibû pabendkirin, asta berhemanîna uraniyoma meydanî di asta %3.67 de bihêle.

Sê welatên ewropî yên beşdar di rêkeftina atomî ya li gel Îranê de, Almanya, Fransa û Brîtanyayê berî çend heftiyan derbarê bilindkirina rêjeya uraniyoma meyandî de hişyariyek tund dabûne Îranê û ragihandibûn, ti sedemeke rewa ji bo wê biryara Îranê tune ye.

Parlamentoya Îranê herwiha pesend kiribû, ku piştî sê mehan ji pejirandina projeyasayê, eger aliyê bermaber pabendiyên xwe yên di rêkeftina etomî de pêk anîn, wê demê hikûmeta Îranê dê projeyasayeke nû pêşkêşî parlamentoyê bike, daku vegere ser asta berê ya pabendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftina atomî de.

Berî rêkeftina atomî li gel civaka navdewletî, Îranê bi rêjeya %20 uraniyoma meyandî berhem dianî, ew jî asteke pêwîst bû ji bo dabînkirina sotemeniya santrala atomî ya Tehranê, di demekê de ku asta meydandina uraniyomê di santrala Buşêhrê de %0.5 bû.

Rudaw
Top