Li Efrîn û Serê Kaniyê di 2 mehan de 237 sivîl hatin revandin
![Li Efrîn û Serê Kaniyê di 2 mehan de 237 sivîl hatin revandin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/559664Image1.jpg )
Li gor Rêxistina Sûriyûn Min Ecil El-Heqîqetî û El-Edale-Sûrî ji bo Rastiyê û Dadê` di herdû mehên Mijdar û Kanûnê yên sala 2020ê de, 237 sivîl li Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatin girtin.
Her li gor heman rêxistinê 104 kes ji wan girtiyan hatine berdan , lê çarenivîsa 133 kesên din nediyar e, ku 18 jin û 3 zarok jî di nav wan de ne.
Raporta `Sûriyûn Min Ecil El-Heqîqetî û El-Edale-Sûrî ji bo Rastiyê û Dadê` dide xuyakirin , ku di heman wan herdû mehan de, li tevahiya navçeya Efrînê 231 kes rûbirûyî girtinê û windakirinê bûne, di nav wan de 22 jin û 4 zarok, piştre 104 kes ji wan hatine berdan lê çarenivîsa 127 kesan ji wan heta niha nediyar e.
Her li gor wê raportê 2 kes li Serê Kaniyê bi tometa mamelekirinê ligel Rêvebriy Xweser ji aliyê polîsê serbazî ên ser bi grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine girtin, û 4 kes li Girê Sipî bi tometa hilgirtina çekan hatine girtin.
Di 18 Adara 2018ê de artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên opozisyonê dest danîn ser herêma Efrînê û herwiha Cotmeha 2019an jî di encama êrişeke berfireh de dest danîn ser Girê Spî û Serê Kaniyê.
Rudaw