12 çekdarên heşda şebî hatin kuştin
![12 çekdarên heşda şebî hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hashd_1.jpg )
Duhê bi şev DIŞI êrîşî ser wan kiribû.
Duhê bi şev li parêzgeha Selahedînê terorîstên DIŞIê êrîşî ser lîwayeke heşda şebî kirin û di encama êrîşa han de pevçûneke dijwar di navbera her du aliyan de qewmî.
Di encama pevçûn û êrîşê de herî kêm 12 çekdarên heşda şebî hatine kuştin ku yek ji wan Fermandarê çekdarên heşda şebiye û 15 çekdarên din jî birîndar bûne.
Ew êrîşa DIŞIê du roj piştî êrîşên xwekujî yên DIŞIê ye ku li Bexda pêk hatibûn û di encam de 40 kes hatibûn kuştin û 110 kesên din jî birîndar bibûn.