• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlamenterekî PDKê: Serok Barzanî tîrekî wisa li dijmanan daye ku sed sal bû kesê nediwêra li wan bide

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Parlamenterekî PDKê: Serok Barzanî tîrekî wisa li dijmanan daye ku sed sal bû kesê nediwêra li wan bide
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, serbixwexwazên Kurdistanê pir baş ji êş û tirsa dagirkerên Kurdistanê û cehşên çavşorên wan û ji êrîşên wan baş têdigehin.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kak Ebdula bi nivîsekî bersiva wan vîdeoyên berevajî kirinê yên di çapemeniya ser bi Îranê de hatine belav kirin da û ragehand: ‘’Ew tîra sed salan bû ku kesê nediwêre li dagirkerên Kurdistanê bide. Serok Barzanî li ser dilê wan daye, ji ber wê jî êrîşî Barzanî dikin.’’

Herwaha got: ‘’Dijminên Kurdan sed sale wisa fêrbûne çawa bixwezin dê kurdan parçe parçe bikin û axa wî parçe parçe bikin, bê ku pirsan ji kurdan bikin hêzên mezin berdewam li gor dilê dagirkeran axa Kurdistanê daye dagirkeran û ew rewşa pêkhatiye nas kirine ku dagirkeran ava kiriye û ti demekê û ti serdemekî ne dagirkeran û ne jî hêzên mezin ên berjewendîxwaz hesaba netew û mirov bo kurdan nekirine, heta derbarê çarenivîsa kurd û pirsgirêka axa wî û nêrîna wî jî bigrin. Ji ber wê naha dagirker û dijminên kurdan aciz û bêtaqetin, ji ber piştî sed salan nav kurdan de rêberek bi navê Barzanî derket û ji hêzên mezin ên berjewendîxwaz û dagirkerên Kurdistanê re got, kurd sepana bavê kesê nîne û ti tiştekî wî jî ji netewên din ên cîhanê kêmtir nîne, ji ber wê divê tenê kurd bixwe biryara çareseriya xwe bide.’’

Behmen Kak Ebdula got: ‘’Barzanî yê rêber û serok, bi encamdana referandûmê bo hemû cîhanê îspat kir ku kurd ti tiştekî wî ji gelên din kêmtir nîne bo biryara çareseriya xwe bide, tirs û lerz xiste nav dil û cergê dagirkerên Kurdistanê, ku heta heta jibîr nekin.’’

Parlamenterê PDKê got: ‘’Em kurdên serbixwexwaz ji êş û tirsa dagirkerên Kurdistanê û cehşên wan ên çavşor baş têdigehin ku şev û roj bi hemû rêyekî ve Barzanî yê rêberê me serbixwexwazan re êrîş dikin. Lê hîn maye cehşên çavşor û pîsxwer ên dagirkerên Kurdistanê bila bizanin Barzanî çi karekî mezin encam da û çi tîrek li dilê dagirkeran daye.’’

Basnews
Top